Welatiyekî xelkê Merîwanê bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:14 - 4 Îlon 2021

Roja Pênşemî 10`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Luqman Nîkzad”, temen 25 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya bi dawîhatina qonaxa dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin.

Roja Yekşemî 2`ê Cozerdanê, ew welatiye piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê veguhastibûn.

Herwisa di heyama binçavkirinê de li “destpêragihîştin bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Luqman” de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.