Welatiyekî xelkê Kirmaşanê li girtîgeha bajarê Yezid ê hat bidarvekirin

18:30 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Sipêdeha roja Pêncşemî 30ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîr Ucaqî” xelkê bajarê “Kirmaşan”ê li girtîgeha bajarê “Yezid” hat bidarvekirin.

 “Emîr Ucaqî” berê bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber li bajarê “Mêhrêz” a girêdayî bajarê “Yezid”ê hatibû binçavkirin û piştire bi îdamê hatibû cezadan.

Ew girtiyê Kurd roja Sêşemî 28ê Pûşperê, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Heta niha nûçeya bidarvekirina wî girtiyê Kurd ji aliyê medyayên hikûmetî yên Îranê ve nehatiye belavkirin.