Welatiyekî xelkê Kamiyaranê li bajarê Baneyê hate binçavkirin

17:29 - 12 Çirriya pêşîn 2021

Roja Şemî 17`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Saman Mihemedî”, xelkê bajarê Kamiyaranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bjarê Banayê hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Baneyê veguhastin e.

“Saman Mihemedî” berê “endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê bû”  û li ser sînorê bajarê Baneyê zivuirîbû Îranê”.