Welatiyekî xelkê Merîwanê hatiye binçavkirin û qedera wî nerohn e

18:08 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Şemî 19`ê Pûşperê, welatiyekî kurd ê bi navê “Kamran Dastan” kurê Subhan û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiye di dukana wî de li pasaja “Kurdistan”ê binçav kirine.

Herwisa hêzên ewlehî piştî binçavkirina “Kamran Dastan” êrîşî li ser mala navbirî kirine û piştî vekolînê hinek ji keresteyên wî yên kesîn  digel xwe biribûn.

Ew welatiye li heyama binçavkirinê ji “destpêragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin. 

Heya niha lipeyketinên malbata wî welatîyî bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd hatiye sepandinê ti zanyariyek ji ber dest nîne.