Welatiyekî xelkê başûrê Kurdistanê bi teqeya hêzên Sipaha Pasdaran hate kuştin

14:07 - 27 Tebax 2020

Roja Yekşemî 2`ê Xermananê, hêzên Sipaha Pasdaran teqe ji welatiyekî xelkê başûrê Kurdistanê yê bi navê “Yusif Mihemed Ebdulahreş” kirine û di encamê de ew welatiyê Kurd hate kuştin.

Hêzên Sipaha Pasdaran di cihekî de bi navê “dola Kotiran” li Qendîlê teqe li wî kolberê Kurd kirine.

Tê gotin, “Yusif” çodar bûye û xwedî jin û sê zarokan e.

Her di wê derheqê de, roja Çarşemî 11`ê Pûşperê, di çiyayên Kanîreşê de, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bo çeka Doşkayê teqe ji birik Pez kirine û di encamê de 20 ser pez telef bûn.

Herwisa, roja Înê 13`ê Pûşperê, nûgihanekî temen 17 sal yê bi navê “Rêbîn Îsmaîl” bi teqeya hêzên Sipaha Pasdaran li gundê “Vêze” ya ser bi bajarokê Çomanê hate birîndarkirin.