Welatiyekî xelkê Bakûrê Kurdistanê bi îdamê hate cezadan

17:34 - 19 Adar 2022

Welatiyekî xelkê Bakûrê Kurdistanê yê bi navê “Hatem Ozdemîr” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Xoyê cezaya îdamkirinê bi ser de hatiye sepandin. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dawî kombûna dadgehîkirina “Hatem Ozdemîr” li dawiya havîna îsal li taya 1 a dadgeha Şoreşa bajarê Xoyê hatibû lidar xistin û dadgehê bi tohmeta “bexî” cezaya îdamê li ser  sepandine .

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew cezaye roja Sêşemî 24`ê Reşemê li girtîgeha bajarê Urmiyê bi awayek fermî bi wî welatiyê xelkê Bakûrê Kurdistanê re hatiye ragihandin.

 “Hatem Ozdemîr” li 11`ê Pûşpera sala 1398`an piştî pevçûn di navbera hêzên Partiya Kedkarên Kurdistanê û hêzên qerargeha Hemze ya Spaha Pasdaran de li deverên ser sînorên bajarê Çardilanê, hatibû binçavkirin.

Navbirî di wê pevçûnê de bi sedema berkevtina gulleya xompareyê bêhiş bibû û piştî binçavkirinê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye li dawiya meha Gelawêja sala 1398`an piştî du meh lêpirsînê li girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.