Welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:22 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Çarşemî 6`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mamel Ebdî”, xelkê gundê “Naznaz” ê ser bi devera Dizeya Dolê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiye, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heya dema dadgehikirina wî ji girtîgehê hatiye azadkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd hatiye sepandinê, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Sibêdeha roja Yekşemî 20`ê Pûşperê, ew welatiye tevî du welatiyên din ên bi navên “Xurşîd Îbrahîmî”, xelkê gundê “Zêve’ û “Celal Îbrahîmî”, xelkê gundê “Berdekeşk”ê ser bi devera “Dizeya Dolê” ya girêdayê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.