Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:36 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 5`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Selam Kurde” kurê Zurar û xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiye bi bê hebûn ti belgeheke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Heta niha lipeyketinên malbata “Selam Kurde” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.  

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.