Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin
12:40 - 20 Îlon 2022
Roja Duşemî 28ê Xermananê welatiyek Kurd ê bi navê “Ebûbekir Îrandost” ê xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.
Hêzên ewlehî bi bê hebpûna belgeya yasayî ew welatî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li dijî wî welatiyî, ti zaniriyek li ber dest tune ye.