Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê hate binçavkirin

18:21 - 23 Hezîran 2021

Roja Çarşemî 2`ê Pûşper, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muhsên Ezîzî” xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine.

“Muhsên Ezîzî” berê bo îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê hatibû gazîkirin û lêpirsîn digel wî hatibû kirin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyî de hatiye sepandinê ti zanyariyek li ber dest de nîne.