Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê hate binçavkirin

18:44 - 12 Nîsan 2021

Roja Yekşemî 22`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Selah Behramiyan”, xelkê gundê “Gundewêle” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û navbirî di dema binçavkirinê de dane ber lêdan û îşkenceyê.  

Ew welatiyê Kurd, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin û heya niha lipeykevtina malbata “Selah Behramiyan” bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam maye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wê welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.