Welatiyekî xelkê bajarê “Şino”yê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin

18:21 - 3 Hezîran 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Husên Ebdulazade” teman 26 salî û xelkê bajarê “Şino”yê, piştî bi dawî hatina qunaxa lêkolîna wî, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, roja Çarşemî 10`ê  meha Banemera Îsal, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgehê hate veguhastin.

Hêzên ewlehiyê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kirine.

“Husên Ebdulazade” heya niha di benda 3`ê a girtîgeha bajarê Urmiyê de ye.