Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin

17:57 - 24 Tebax 2020

Roja Yekşemî 2`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Feyazîfer” kurê “Muhemed” xelkê gundê “Melaîsa” a ser bi navçeya “Deştrebêl” a girêdayê bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di meha Xezelwer a sala 1398`an, hevdem digel destpêkirina kombûna nerizayetî di bajarên Kurdistanê de, bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferiya 2 a bajarê Şinoyê, bi tohmeta “endam bûn di yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê de” bi 3 sal hepsê hatibû cezadan.

Ew welatiye piştî piştrast kirina cezaya wî ji aliyê dadgeha pêdaçûnê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Neqedeyê hate veguhastin.