Welatiyekî xelkê bajarê Sineyê bo Îtila`ata Spahê hate gazîkirin

18:22 - 26 Adar 2022

Roja Pêncşemî 4`ê Xakelêweyê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ne`îm Mihemedpûr” xelkê gundê “Tengîser”ê û rûniştiyê bajarê Sineyê, bo Îtila`ata Spahê hate gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye ji rêya peywendiy telefonî ve bi sedema beşdarîkirin li rêûresma Newrozê li gundê “Texte” yê girêdayê bajarê Sineyê, bo Îtila`ata Spahê hate gazîkirin.

Ew welatiye piştî 3`ê demjimêr lêpirsînê bi vergêrtina soza nivîskî hatiye azadkirin.