Welatiyekî xelkê bajarê Sineyê bo cihekî nexuya hate veguhastin

18:45 - 6 Hezîran 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Sehîb Saidî” kurê Salih û xelkê bajarê Sineyê piştî binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew welatiye heftiyek beriya niha di mala xwe de li taxa Kemerbendî a bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û hêzên ewlehî di dema binçavkirinê de, navbirî îşkence dan.

Heya niha lipeyketina malbata “Saidî” bo agehdarbûn ji qeder û cihê girtina kurê xwe bê encam mane.

“Sehîb Saidî” berê çalakî di “Encumena Wêjeyî” de hebûye û ji sedema binçavkirina wî ti zanyariyek ji ber dest nîne.