Welatiyekî xelkê bajarê Sewlava hate binçavkirin

18:23 - 15 Îlon 2020

Roja Şemî 22`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nesrullah Heydernijad” kurê “Elî”, temen 40 salî û xelkê gundê “Dêweznav” a ser bi bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, li bajarê Sewlava binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta niha sedema binçavkirina “Nesrullah Heydernijad” ji aliyê hêzên ewlehî ve bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê nexuya ye.

“Nesrullah Heydernijad” endamê Şwraya gundê “Dêweznav” bûye û tevî lipeykevtina malbata wî bo agehdarbûn ji qedera navbirî, hêzên ewlehî ti zaniyariyek nedane malbata wî welatiyê Kurd.