Welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:09 - 16 Nîsan 2022

Roja Sêşemî 9`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Hamid Osmanî” kurê “Îbrahîm”, xelkê gundê “Yasînava” û rûniştiyê bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçav kirine.

Wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî li dema binçavkirina “Hamid Osmanî”, bêrêzî bi malbata wî kirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina kurê xwe, bê encam maye”.

Wê çavkaniyê di dawiyê de got: “Ew welatiye piştî binçavkirinê ji hevdîtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin, herwisa heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne”.