Welatiyekî xelkê bajarê Qurweyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

19:47 - 23 Tebax 2020

Roja Şemî 1`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Osman Tehmasibî” kurê “Mûsa”, temen 30 sal û xelkê gundê “Yelxûraxaçî” a ser bi bajarê Qurweyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya dadwer êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wî welatiyê Kursd de, hevla şikandina deryê mala wî dan.

Heya dema bilav bûna wî nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.