Welatiyekî xelkê bajarê Qurwe di nav xwenîşanderên wê dawiyê de hatibû kuştin

12:22 - 29 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî xelkê bajarê Qurwe a ser bi parêzgeha Sine di nav xwenîşandanên wê dawiyê di bajarê Kerecê de, bi sedema gullereşandina hêzên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Nasir Rzayî yê temen 36 salî û xelkê bajarê Qurwê, di nav xwenîşandanên wê dawiyê ya xelkê nerazî di Ferdîs a bajarê Kerecê de bi teqeya resterast a hêzên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Nasir Rizayî, xwendekarê derçûyî yê warê endazyariya Çandinî li Zanîngeha Birucêrdê bû.