Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê xwe bi girtîgeha bajarê Neqedeyê da nasîn

17:47 - 22 Îlon 2020

Îro Sêşemî 1`ê Rezberê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bapîr Berze” kurê “Osman” û xelkê gundê “Çiyane” a ser bi bajarê Pîranşehrê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Neqedeyê da nasîn.

Di meha Gelawêj a îsal de, cezaya binçavkirina wî welatiyê di taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de ji 4 salan bo 2 sal û 6 mehan hatibû kêmkirin.

Kêmkirina hepsa te`izîrî a wî welatiyê Kurd bi cîbicîkirina pesendkirî ya meclisa şwraya Îslamî li derheq kêmkirina cezaya hepsa te`izîrî rûydaye û dosiya navbirî di taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de bo carekî din hatibû gengeşekirin.

Pûşpera sala 1398`an, cezaya 8 meh hepsa “Bapîr Berze” li ser sikalaya Wezareta Îtila`atê ji taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê bo heyama 4 sal heps hate zêdekirin.

Meha Rêbendan a sala 1398`an, “Bapîr Berze” ji aliyê taya 101 a dadgeha “Keyferî” ya 2 a bajarê Pîranşehrê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 8 meh heps hatibû cezadan, û piştî birîna wê cezayê, bi danîna barimteya 220 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Navbirî di meha Sermawez a sala 1398`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha Îtila`at a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.