Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê li bajarê Miyanduavê hate binçavkirin

16:43 - 24 Kanûna Paşîn 2021

Roja Sêşemî 30ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şoreş Ehmedî, kurê Mihemed û xelkê bajarê Pîranşehrê, li bajarê Miyanduavê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî, li sêrêya Miyanduavê bi bê hebûna belgeya yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine.

“Şoreş Ehmedî” piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.