Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin
18:35 - 17 Nîsan 2022
Roja Pêncşemî 25`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd ê bi navê “Se`idî Mehmûdî” kurê Umer û xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine.
Hêzên ewlehî Se`idî Mehmûdî bi tohmeta “alîgirê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” binçav kirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji cihê ragirtina wî welatiyê ti zanyariyek serast ber dest nîne.