Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgehê hate veguhastin

16:38 - 24 Şibat 2021

Roja Duşemî 4`ê Reşemeyê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemed Mengûr Kurdistanî”, kurê Mamend û xelkê gundê “Kewper” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.

Ew welatiye, roja Duşemî 29`ê Befranbara îsal, ji aliyê dadgeha şoreş ya bajarê Pîranşehrê ve, bi tohmeta “alîgirê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi sê meh girtîgeh hate cezadan.

“Mihemed Mengûr Kurdistanî”, piştî çend cara gazîkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi “alîgirê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin.