Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:40 - 15 Hezîran 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îbrahîm Uftade”, temen 43 salî û rûniştiyê gundê “Zêwe” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Nexedeyê hate azadkirin.

Ew welatiye, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

Roja Sêşemî 28`ê Banemer, ew welatiye piştî gazîkirin bo Îtila`ata Spahê hate binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Spaha Pasdaranê li bajarê Nexedeyê hate veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.