Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

17:42 - 28 Tebax 2022

Roja Înê 4`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Nasir Dale” temen 31 salî, kurê Osman xelkê gundê “Zengiyavê” û rûniştiyê “Şînava” ya girêdayî bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û navbirî bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşarê veguhastin e.

Herwisa hêzên ewlehî hinek ji keresteyên wî yên kesîn weke telefona navbirî zevt kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.