Welatiyekî xelkê bajarê Paweyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:16 - 17 Hezîran 2021

Sibedeya roja Pêncşemî 27`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Sîrvan Înaxî” temen 30 salî û xelkê gundê “Siryas” ê ser bi devera Bayingan a girêdayê bajarê Paweyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîşî ser mala wî welatiyî kiribûn û navbirî binçav kirin.

Herwisa hêzên ewlehî di dema wekolîna mala wî welatiyê Kurd de, çend keresteyên wî yên kesîn digel xwe birine.

Heta niha lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.