Welatiyekî xelkê bajarê Nexedeyê li bajarê Serdeştê hate binçavkirin
17:35 - 25 Adar 2021
Roja Sêşemî 3`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Kerîm Me`irûfpûr”, temen 27 sal û xelkê bajarê Nexedeyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî binçav kirin û bo cihek nexuya veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye di dema binçavkirinê de hatiye îşkencekirin.
Heta niha lipeyketina malbata “Kerîm Me`irûfpûr”, bo agehdarbûn ji carenvîsa navbirî bêpar maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tometa ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.