Welatiyekî xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:29 - 19 Hezîran 2021

Roja Şemî 29`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Rehman Kerîmî”, xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Rehman Kerîmî” bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heta niha lipeyketinên malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.