Welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin
17:07 - 7 Adar 2022
Roja Şemî 14`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Şehab (Şiwane) Elîzade” xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiye binçav kirin û navbirî bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Mihabadê veguhastin.
Ew welatiye xwediyê dukana firotina keresteyên kevn e.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Şehab Elîzade” hatiye sepandin ti zaniyariyek serast ber dest nîne.