Welatiyekî xelkê bajarê “Merîwanî” bi 3 sal girtina tezîrî hate cezadan

17:34 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 27ê Befranbarê, dadgeha binav şoreşa bajarê “Sinê” cezaya 3 sal girtina tezîrî bi ser welatiyekî Kurd yê bi navê “Zana Kesrayî” temen 28 salî, kurê Hîwa û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê de sepand.   

Ew welatî bi tohmeta “Endam bûn di yek ji Parên Kurdî yê dijberî hikûmeta Îranê” bi 3 sal girtina tezîrî ji aliyê dadgehê ve hate cezadanê û navbirî li tohmeta “teblîx bi dijî nizamê” bê tawan hate naskirin.

Ew welatiyê Kurd li derheq cezaya xwe nerizayetî nîşanda û dosiyeya wî bo pêdaçûnê bo dadgeha pêdaçûnê hatiye hinartin.

 “Zana Kesrayî” roja Yekşemî 29ê Pûşpera îsal bi tohmeta “endambûn di yek ji Partên Kurdî yên Oposîziyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û bo lêpirsînê, bo yek ji girtêgehên ewlehî yên bajarê Sinê hatibû veguhastin.