Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê piştî gazîkirina bo îdareya Îtila`atê hat binçavkirin

18:13 - 31 Gulan 2022

Roja Yekşemî 8`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Dana Pîruzî” temen 25 salî û kurê Eta û xelkê gundê “Serdoş” a girêdayê bajarê Merîwanê, piştî gazîkirina bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd ji rêya peywendiya telefonî ve bo îdarey aÎtila`ata wî bajarî hatibû gazîkirin.

 “Dana Pîruzî” roja Pêncşemî 22`ê Banemerê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser sînorê “Dolebî”yê hatibû birîndarkirin.

Malbata wî welatiyê binçavkirî ragihandine ku, hîn birînên Dana yên bi sedema teqeya hêzên leşkerî baş nebûne ku ew binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema gazîkirin û binçavkirina “Dana Pîruzî” ti zanyariyek ber dest nîne.