Welatiyekî Xelkê bajarê Merîwanê dawî bi jiyana xwe anî

16:28 - 6 Çirriya paşîn 2021

Roja Pêncşemî 13`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Fireydûn Baştek”, temen 24 salî, kurê Yehya û xelkê gundê “Celîle” yê ser bi bajarê Merîwanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew ciwane rûniştiyê taxa “Tazava” ya ser bi bajarê Merîwanê bûye û piştî serdana mala bavê xwe û zivirîn bo mala xwe, dawî bi jiyana xwe anî.

Herwisa wê çavkaniyê got: Navbirî telefon bo hevjîna xwe kiriye ku dawî bi jiyana xwe tîne û heman şevê dawî bi jiyana xwe aniye. 

Wê çavkaniya agehdar, sedema xwekujiya wî ciwanî bi sedema pirsgirêkên malî daye zanîn û herwisa ragihandiye ku “Fireydûn Baştek”, heyama 11 mehe bû ku jiyana hewbeş pêk anîbû.