Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê bi salek hepis hate cezadan

12:25 - 3 Nîsan 2020

Welatiyekî Kurd ê xelkê gudê “Çor” a girêdayê bajarê Merîwanê bi navê “Mosa Yûsifî” ji aliyê dadgeha wî bajarî ve bi salek hepsa “te`izîrî” hate cezadan.

Dadgeha “Înqilab” a bajarê Merîwanê, bi bê amadebûna “Mosa Yûsifî” di dadgehê de, cezayê yek sal hepsa “te`izîrî” bi ser navbirî de sepandiye.

Navbirî ji aliyê dadgeha “Înqilab” ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên opozisiyon ên hikûmeta Îranî” ve hatiye cezadan.

Berê jî “Mosa Yûsifî” çend caran ji aliyê navendên Îtila`atê ve hatibû gazîkirin.

Herwisa sala derbasbûyî, navbirî bi bê amadebûn di dadgehê de hatibû dadgehîkirin.