Welatiyekî xelkê bajarê Mêhranê bû qurbaniyê teqîna mînê

17:31 - 13 Adar 2022

Roja Şemî 21`ê Reşemê, welatiyek temen 42 salî bi sedema teqîna mînê li bajarê Mêhranê bi awayek dijwar birîndar bû û destê xwe yê rastê ji dest da. 

Ew welatiye ji zozançiyên devera Mêhranê bi sedema wê bûyerê destê xwe yê rastê ji dest daye û bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Îlamê hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, roja Duşemî 2ê Reşemê, “Fuad Mehdî Îbrahîmiyan”, digel du kolberên din yên xelkê bajarê Serdeştê ku bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê “Bane”yê, bi awayek dijwar birîndar bû û lingê xwe yê rastê ji dest dabû û çavê xwe yê çepê jî ji dest da.