Welatiyekî xelkê bajarê Makûyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:33 - 7 Îlon 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Sidêq Heyderî” yê temen 43 salî û xelkê bajarê Makûyê, di bexşa Silîvana ya ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştre bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di dema serdana mala hevalê xwe de li sêrêya Silîvana, bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heya niha lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd û bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatî sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.