Welatiyekî xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha Erakê hate îdamkirin

18:12 - 31 Adar 2022

Sibêdeha roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê, cezayê îdamkirina çar girtiyan ku yek ji wan Kurd bûye, ji aliyê berpirsên girtîgeha Erakê ve hate cîbicîkirin.

Nûçegihaniya “Hêrana” nasnameya wî welatiyê xelkê bajarê Kirmaşanê bi navê “Feyzullah Nurûllahî” ragihandiye.

Herwisa wê çavkaniyê nasnameya sê girtiyên din ên bi navên “Ehmed Nûrî” xelkê bajarê Kerecê, “Hemîd Gûderziyan” û “Mihemed Necarî” xelkê bajarê Erakê ragihandiye.

Ew çar girtiyane bi tohmetên madeyên hişber li girtîgeha Erakê hatine îdamkirin.

Îdamkirina wan çar girtiyan ji aliyê mediyayên navxweyî yên Îranê ve nehatine ragihandin.

Li gor amarên tomarkirî li navenda saziya amarî ya “Kurdpa”yê, 376 haletên cezayên îdamkirinê li sala 1400`an ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine lidarxistin, ku ji vê rêjeyê 35 kes ji wan Kurd bûne.