Welatiyekî xelkê bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:27 - 5 Adar 2022

Roja Pêncşemî 21`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Soran Mehmûdî” temen 30 salî û kurê “Murteza” xelkê gundê “Derewiyan” ê girêdayê bajarê Paweyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd li xala vekolîn a “Qazançî” ya bajarê Kirmaşanê binçav kirin û navbirî bo lêpirsînê bo girtîgeha “Meydana Neft” a taybet bi îdareya Îtila`ata bajarê Kirmaşanê, veguhastine.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, “Soran Mehmûdî” piştî binçavkirinê heta niha tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe girtiye û binçavkirina xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve piştrast kiriye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew welatiyê Kurd li heyama binçavkirinê ji destpêregihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin; Herwisa lipeykevtin û hewlên malbata “Soran Mehmûdî” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nîne.