Welatiyekî xelkê bajarê Kamyaranê bi danîna barimteyê hate serbestkirin

17:46 - 24 Tebax 2020

Roja Yekşemî 2`ê Xermananê, çalakvanekî medenî yê bi navê “Feryad Ebdî” xelkê bajarê Kamyaranê, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî bi awayekî demkî heya dema berêveçûna dadgehiya wî hate berdanê.

Ew çalakvanê medenî roja Çarşemî 8`ê Gelawêjê, bi bê belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo îdareya îtil`at a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyamê binçavkirina xwe de ji “Peywendiya telefonî digel malbata xwe û dest pê re gihîştina bi parêzer”  hatibû bêpar kirine.

Heya niha ji derheq tohmeta ku bi ser wî çalakvanê medenî hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.