Welatiyekî xelkê bajarê Kamyaranê bi 10 meh girtîgeha teizîrî hate cezadan

16:22 - 15 Kanûna pêşîn 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Rostem Îbrahîmî” 40 salî û kurê Elî xelkê gundê “Textzengî” yê ser bi bajarê Kamyaranê ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi serokayetiya dadwer “Seîdî” bi 10 meh girtîgeha teizîrî hatiye cezadan.

Dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin û poropagende bo yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ceza daye.

Ew welatiyê Kurd li destpêka meha Rezber a îsal bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna navbirî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Berê, ew welatiye çend caran bo îdareya Îtilaata bajarê Kamyaranê hatibû gazîkirin û hatibû lêpêçîn.