Welatiyekî xelkê bajarê Dîwandereyê hate binçavkirin

18:03 - 24 Tebax 2021

Roja Yekşemî 24`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Silêman Gulî” temen 25 salî û kurê “Mihemedselîm”, xelkê gundê “Eliyava Yapel” ê ser bi bajarê Dîwandereyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Hêzên ewlehî li gundê“Eliyava Yapel”ê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçavkirin.

Ew welatiye di heyama binçavkirina xwe de ji peywendiya telefonî, çavpêkevtin digel malbata xwe û girtina parêzer hatiye bêparkirin.

Tevî lipeykevtina malbata “Silêman Gulî” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe, hêzên ewlehî ji dana her bersiveke serast xwe diparêzin.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedem û cihê ragirtina wî welatiyê Kurd ti zaniyariyek di berdest de nîne.