Welatiyekî xelkê bajarê Ciwanroyê hate binçavkirin

17:50 - 29 Tebax 2020

Çend roj berya niha welatiyekî Kurd yê bi navê “Hesîm Mîrzayî” xelkê bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û heya niha li pey ketina malbata wî welatiyê bo agehdar bûn ji qedera “Hesîm Mîrzayî” bê encam bûye.

Heya dema weşana wî nûçeyî, ji sedema binçavkirin û sûçê ku bi ser wî welatiyê hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.