Welatiyekî xelkê bajarê Ciwanroyê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin

17:43 - 28 Çirriya paşîn 2021

Roja Çarşemî 3`ê Sermawezê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hisên Rehmanî” kurê Emîr û xelkê bajarê Ciwanroyê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Nexedeyê bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye li roja 30`ê Xezelwerê, bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

hêzên ewlehî tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi wî welatîyî, dane.