Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate îdamkirin

16:37 - 1 Adar 2020

Ser sibêdeha îro 11`ê Reşemê, hepsiyekî Kurd bi tohmeta “kuştina bizanebûn”ê bi navê “Emîr Mihemedpûr” xelkê bajarê Bokanê di benda ciwanên girtîgeha bajarê Urmiyê de hate îdamkirin.

Ew hepsiyê Kurd, berê bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Îranê ve, bi îdamê hatibû cezadanê.

Du hepsiyên din yên bi navên “Husên Keçelanlû di benda 3-4 û Ebdulah Mihemedzade, di benda silameta 1 a girtîgeha bajarê Urmiyê de” piştî vergirtina molet li malbata kuştî bo benda xwe hate vergerandin.

Husên Keçelanlû û Ebdulah Mihemedzade, 6 sala beriya niha, her yek ji wan di dosiya cuda cuda de bi tohmeta “kuştina bizanebûn” bi îdamê hatibûne cezadan.

Ew sê hepsiyên ku tawanbar bi “kuştina bizanebûn” hatibûne kirin, roja Şemî 10`ê Reşemeyê, bo cîbicîkirina cezaya wan, bo odeya takekesî a girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastinê.