Welatiyekî xelkê bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin
Roja Sêşemî 20`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê, “Şerîf Emînî”, temen 37 salî, kurê Ehmed û xelkê gundê “Şuwê” ê ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
Ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û heta niha lipeykevtina malbata wî welatiyê bo agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye.
Heta niha ji sedem binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Şerîf Emînî” de hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.
Roja Yekşemî 2`ê Xermanana sala 1399`an, ew welatiyê Kurd bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 23`ê Xermanana heman salê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî, bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.
“Şerîf Emînî”, piştî binçavkirinê li meha Xermanana sala 1399`an, bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin û piştre ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Seqizê ve, bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 8 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.