Welatiyekî xelkê bajarê Baneyê bi sedema teqîna gulleya topê, li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da

13:31 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Înê 22ê Tîrmehê, welatiyek Kurd yê bi navê “Emîr Salihî”, kurê Îbrahîm û xelkê bajarê Baneyê, bi sedema teqîna gulleya topê li parêzgeha Silêmanyê li Herêma Kurdistanê, canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, wî welatiyî, destêverdan li gulleya topê kiriye û bi sedema teqînê demldest canê xwe ji dest daye.

Çavkaniya agehdar a “Kurdpa”yê herwisa gotiye: “Ew welatî li gundekî girêdayî bajarê Silêmaniyê mijûlê şiwantiyê bûye”.

Termê wî welatî bo pizîşkê yasayî li Silêmaniyê hatiye veguhastin

 “Emîr Salihî”, temen 30 salî û xelkê gundê “Bilekê” yê girêdayê bajarê Baneyê ye.