Welatiyekî xelkê bajara Şinoyê bi dana barimteyê hate azadkirin

16:12 - 10 Çirriya pêşîn 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî kurd yê bi navê “Rehîm Refetî”, xelkê bajarê Şinoyê, piştî dawîhatina lêpirsîna wî, navbirî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî di yekek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de hate azadkirin. 

Ew ewlatiye di dema binçavkirinê de ji hevdîtin digel malbata xwe û hebûna parêzerê hatibû bêparkirin.

Roj yekşemî 15ê Pûşperê “Rehîm Refetî” bi bê hebûna belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînkirinê bo yek ji girtigehên ewlehî di bajarê Urmiyê de hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî ev welatiyê kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyen Kurd yên opozîsiyon yên hikûma Îranê” hatibû cezadan.