Welatiyekî xelk bajarê Paweyê hate binçavkirin

17:37 - 28 Kanûna Paşîn 2021

Heyama çend rojên derbasbûyî, welatiyekî Kurd yê bi navê “Seyîd Xalidî” kurê Emîn û xelkê gundê “Satyarî” yê ser bi bexşa Bayingan ya ser bi bajarê Paweyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.

Heya niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo zanîn ji qedera navbirî bê encam maye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.