Welatiyekî “trens” li bajarê Merîwanê dawî bi jiyana xwe anî

19:05 - 8 Şibat 2022

Roja Duşemî 18`ê Rêbendanê, welatiyê “tirens” yê bi navê “Rêbiwar Îbrahîmî” xelkê gundê “Tengîser” û rûniştiyê bajarê Merîwanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Herwisa welatiyekî “tirens” li bajarê Merîwanê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurpa” yê re ragihandiye: “Rêbiwer Îbrahîmî” bi xwarina heban dawî bi jiyana xwe aniye û demjimêr 3ê sersibeyê termê navbirî bo nexweşxaneya pizîşkî yasayî veguhastine.

Rêbiwer regeza xwe bi tirensa jin zaniye û xwastiye neştegeriya regezî encam bide”.

Wî welatiyê tirens ragihandiye: “Malbata Îbrahîmî malbatek Olî ne û bo encamdana wê neştegeriyê serdana mamosteyek Olî kirine û wî mamosteyê Olî ew neştegeriya berevajiyê şer`îtê zaniye û her ev yek li ser derûna Rêbiwar Îbrahîmî bûye givaşek giran”.

Pêka gotina wî welatiyê, “Rêbiwer Îbrahîmî” ji aliyê malbat û xizmên xwe ve di bin givaşan de bûye.