Welatiyekî Pîranşehrê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin

16:55 - 10 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî li girtîgeha bajarê Neqedê hate azadkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 18`ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Seyîd Riza Ehmedî” kurê Seyîd Elî, xelkê gundê Tirkeş ya ser bi bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî li girtîgeha bajarê Neqedê hate azadkirin.

Ew welatiye roja Yekşemî 28`ê Rezbera îsal, piştî bidawîhatina lêkolînê di girtîgeha îtila`ata bajarê Urmiyê de bo girtîgeha bajarê Neqedê hatibû veguhastin.

Berê jî biryara desteserkirina wî welatiyê Kurd pêka biryara îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû zêdekirin.

Ew welatiye, roja Pêncşemî, 10`ê Rezbera îsal, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi tohmeta “alikarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijî hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.