Welatiyekî nerazî li Qesraşîrînê canê xwe ji dest da

17:03 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Êvareya roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, welatiyekî nerazî yê bi navê “Efşîn Aşam” yê temen 28 salî û xelkê gundê “Sorxek Sencabî” û rûniştiyê taxa “Palî Abad" yê ser bi Qesraşîrînê li meşa serhildana seranserî bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî termê wî neraziyê Kurd dizîbûn û bo Spaha Nebî Ekremê veguhastibûn û heta niha radestê malbata navbirî nehatiye kirin.

Îro Pêncşemî 5`ê Xezelwerê, korra Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî ya Yarasanan jî, tevî piştrastkirina nûçeya canjidestdana wî welatiyê ragihand: Li meşa serhildana seranserî ya şeva derbasbûyî ku bi hilkefta çileya Jîna (Mehsa) Emînî li bajarê Qesraşîrînê hatibû lidarxistin, mixabin ciwanekî din yê Yarsanan yê bi navê “Efşîn Aşam” canê xwe ji dest da.